Ji bo vegera Pêşmerge ji Kerkûkê re şandeke Iraqê tê Hewlêrê

Şandeke Wezareta Bergîriyê yê Iraqê ji bo guftûgokirina vegera Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanê re, serdana Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Wezareta Bergîriyê yê Iraqê ji bo guftûgokirina vegera Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanê re, serdana Herêma Kurdistanê dike.

Berpirsê Raginadinê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Ebûbekir Ehmed ji K24ê re ragihand, biryar e îro şandeke Wezareta Bergîriyê yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi şandeke Wezareta Pêşmerge re bicive.

Lîwa Ebûbekir Ehmed da zanîn, mijara sereke ya civînê, hevahengî û encamdana operasyonên hevbeş li navçeyên Kurdistanî û mûçeyên hêzên Pêşmerge ye.

Li ser pirsa vegera Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re, Lîwa Ebûbekir got: “Behsa wê pirsê tê kirin, lê vegera Pêşmerge ji Kerkûkê re bi sedema pêknehatina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dereng maye.”

Ji aliyekî din ve, Alîkarê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Qehreman Kemal ji medyaya Iraqî re ragihand, îro şandeke Wezareta Bergîriyê ya Iraqê digihe Hewlêrê û bi Wezareta Pêşmerge re derbarê ewlehiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dicive.

Got jî, tê pêşbînîkirin bi mebesta encamdana lêkolînên giştgîr bo navçeyên Kurdistamî komîteke nû bê avakirin û hewl bê dayîn ji bo odeya hevbeş ya berî hatina DAIŞê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebû jî were avakirin.

Vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûye rojeva germ a Herêma Kurdistanê û Bexdayê, di meha Sibata bûrî de jî şandeke Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ji bo heman armancê serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

 

S. B