PDK: piştîvanîyê li rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê dikîn

Gotebêjê Partîya Demokrata Kurdistanê dibêje: Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi temamî piştîvanîya rêkkevtina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê dike. di beranber de, endameke Xaneya Raperandina Bizava Gorranêweha dibîne, ku ev rêkkevtin berhema yek tîmî ya karkirina kabîne ya neheme.

K24- Hewlêr

Mehmûd Mehemed, gotebêjê PDKyê dibêje: PDK piştîvanîya rêkkevtina hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hikumeta Îraqa Fedrda dike, nemaze jî pirs budce û petrolê. Çunku bi dîtina wan ev rêkkevtin karên berahîyê yê kabîneya nehem bûye. Teva hewlên wan jî anku PDKyê bo wê yekê dibe, ku piştîvanîya alîyên sîyasîyên Îraqê bo evê rêkkevtinê bi dest bihîne.

Di beranber de, Celal Cewher, endamê Xaneya Raperandina Bizava Gorranê tekez dike ku ev rêkkevtin berhemê yekî tîmî ya karkirina serok û endamên kabîneya neheme, lew pêdivîye ew alîyên di hikumetê de pişikdarin evê yekrêzîyê biparêzin.

Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, xaleka serekîya karnameya kabîneya nehem bû; lew piştî çend mehan ji pêkanîna wê kabîneyê, hikumeta Herêma Kurdistanê şîya l gel wezareta darayîya Îraqê li ser pirsa û budce bigehe rêkkevtina dawîyê. Bi ûmêda wê yekê ku rêkkevtin wek xwe bihêt bicihkirin.