Daiş li Kerkûkê hêriş dike ser Heşda Şeibî

Daişê hêriş kirin ser pêgehên Heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz li başûrê Kerkûkê.

K24- Hewlêr

Daişê hêriş kirin ser pêgehên Heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz li başûrê Kerkûkê.

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Kerkûkê ragehand: Hejmareke çekdarên Daişê hêriş kirine ser çend bingehên heşda Şeibî li bajarokê Rîyaz, ser bi nahye ya Hewîce.

Mêdîya Heşda Şeibî belavkirîye ku wan bersiv û berperça wê hêrişê dane û hejmareke çekdarên Daişê jî hatîne kuştin û otombêleke wan jî teqandine.

Ev jî di demekê de ye ku wezareta Berevanîya Îraqê aşkere kirîye ku pişkek ji çekdarên Daişê, piştî şerê Baxozê hatîne Îraqê û karîne di nav welatîyan de xwe veşêrin.