HDP pirsa vekişîna ji Parlemana Tirkiyê gengeşe dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi civîneke berfireh, mijara vekişîna ji Parlamentoya Tirkiyê û desteserkirina şaredariyan gengeşe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi civîneke berfireh, mijara vekişîna ji Parlamentoya Tirkiyê û desteserkirina şaredariyan gengeşe dike.

Ji ber dûrxistina şaredaran, danîna qeyuman û daxwazên rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê, mijara vekişîna ji Parlamena Tirkiyê û destjêberdana şeradariyan di rojeva HDPê de ye.

Gelek kesayetiyên naskirî, endam û rêveberên HDPê didin xuyakirin, desthilat gav bi gav dê dest deyne ser hemû şaredariyan û bi fişarên ser parlamenteran jî derfet naye dayîn, ew karên xwe bikin.

Rêveberiya HDPê jî li ser daxwazan,  biryara civîneke berfireh daye, ku ev mijar werin gengeşekirin.

Civîn îro li Enqereyê Hotêla Hîltonê tê kirin. Di civînê de HDP dê biryara xwe bide gelo di Parlamena Tirkiyê de bimîne, yan dê vekişe û xebatên xwe li bakurê Kurdistan û Tirkiyê di nav gel de bide meşandin.

Pêştir, Cîgirê Serokê HDPê yê Grupa Parlamenterî Saruhan Oluç da zanîn: Hikûmeta Tirkiyê ku dujminahiya Kurdan ji bo xwe kiriye bername, 36 Serokên Bajarvaniyên wan hatine desteser kirin û ji wan 24 şaredar jî, hatine zindanî kirin.

 

 

S. B