Beşar Esed: Rewşa bakurê Sûriyê ne wek ya bakurê Iraqê ye

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, ji bêhtirî 70 ji sedî ji bakurê Sûriyê bakurê rojhilatê Sûriyê xelkê wê Ereb in. Ne wek dewlet û ne wek gel, ne îro û ne sibe pêşniyaza cudaxwaziyê qebûl nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, ji bêhtirî 70 ji sedî ji bakurê Sûriyê bakurê rojhilatê Sûriyê xelkê wê Ereb in. Ne wek dewlet û ne wek gel, ne îro û ne sibe pêşniyaza cudaxwaziyê qebûl nakin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê bi kenala Russia24 û Sputik ên Rûsî re ragihand, derbarê hêzên Kurdî de şaşîtiyek heye û ev nav ji aliyê welatên rojava ve tê got, ji bo diyar bikin ku ev hêz hêzeke Kurdî û ev xak, xakeke Kurdî ye. Ya rast ev xak Erebî ye û ji bêhtirî 70 ji sedî xelkê wê Ereb in.

Esed ragihand: Amerîka piştavanî û serkirdatiya wê hêzên da Kurdan, ji bo nîşan bide ku ev herêm ya Kurdan e û nakokiyê bixe di navbera Kurd û netewên din, lê ev yek nayê wê wateyê ku hemû Kurd ne niştimanperwer in, belkû piraniya Kurdan bi dewleta Sûriyê re ne. Tevî piştevaniya Amerîka ji hin grûpên di nava wê de, lê pêwendiya me bi wan re her berdewam bû.

Got jî: Niha guftûgo hene ji bo ev hêz vegerin nava artêşa Sûriyê. Heger pabendbûn bi destûrê bê kirin, wê demê aramî dê peydakirin.

Li ser hebûna Kurdan li Sûriyê Serokê Sûriyê got: Kurd ji çend dehsalan ve li Sûriyê ne û ti pirsgirêk bi wan re nîn e, lê hin grûpên cudaxwaz hene, pirsgirêk bi wan re ye, ji ber ku ew daxwaza cudaxwazî û federaliyê dikin. Heger kesek divê daxwaza federaliyê bike, divê Ereb bin, ji ber ku piraniya xelkê wê herêmê Ereb in. Rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê ne wek ya bakurê Iraqê û başûrê rojavayê Tirkiyê ye.

Beşar Esed tekez kir jî: Ne wek dewlet û ne wek gel, ne îro û ne sibe pêşniyaza cudaxwaziyê qebûl nakin.

Li ser rola YPGê di Sûriyê de, Beşar Esed got: Hemû Sûriyan berevanî li xaka xwe kirin. Ez vê berevaniya wan naxim çarçoveya siyasî, ji ber ku wê bixim çarçoveya siyasî, tê wê wateyê ku ez destxweşiyê Amerîka dikim, hêzên ku Amerîka piştevanî lê dikir, şerê DAIŞê dikirin. Divê em cudabûnê bixin navbera kesên berevanî li xaka xwe kirine û ecindeyên siyasî, ji ber ku ew ecindeyên Amerîka ne.

Ev daxuyaniyên Serokê Sûriyê di demekê de ye, YPG û HSD çend sal in li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê rojhilatê Sûriyê) desthilatdar in û hebûna hêzên Sûrî li piraniya herêmên Kurdî nebû. Tenê piştî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet Girê Sipî û Serê Kaniyê, artêşa Sûriyê bi rêkeftina HSDê re, beşek ji hêzên sînorparêz ên Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûbûn.

Herwiha berî çend rojan dîsa Serokê Sûriyê daxuyanî li dijî PYD Xweser û HSDê dabû, PYDê jî di bersiva wî da û ragihandibû, PYDê ji sala 2011an hêza siyasî ya herî zêde ye ku banga çareseriya Sûrî - Sûrî kiriye. Herwiha berê û niha jî li dijî destêwedana derveyî ye, lê hikumeta Sûriyê bi siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe ji çareseriyên siyasî û demokratîk dûr xist.

Herwiha PYD di daxuyaniya xwe de gotibû: Diviyabû rejîma Sûriyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekî HSDê û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikira, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyaniyên Esed yekitiya me ya li dijî dagîrkeriya Tirk lewaz dike.

 

S. B