Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer derket

Li navenda bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, du grûpên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve bi hev ketin, di encamê de çend kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navenda bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, du grûpên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve bi hev ketin, di encamê de çend kes birîndar bûn.

Li gor jêderekî ji nava Efrînê, şeva bûrî di navbera  çekdarên girûpa Ehrar El-Şam û lîwaya Sultan Miheme Fatih, li Meydana Azadî li nîvê bajêr şer derket û çekdarekî Ehrar El-Şam birîndar bû.

Wî jêderî da zanîn, şer di navbera wan her du grûpan de li ser destdanîna li ser benzînxaneya Eyşê  ya li nava Efrînê derket.

Got jî, artêşa Tirkiyê destêwerdana wî şerî kir û ew şer rawestand.

Ji dagîrkirina Efrînê di 18ê Adarê ve, gelek caran şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar li ser dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê derdikeve.

 

S. B