HSD: Derdora 2 hezar çekdarên DAIŞ xwe radestî me kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
HSD radighîne, ji 1 500 heta 2 000 kesan, ku piraniya wan çekdarên DAIŞê ne, ji Baxozê derketine û xwe radestî wan kirin e.
Rêvebirê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSD Mistefa Balî ragihand, ji 1 500 heta 2 000 kesan ji Baxozê derketine û xwe radestî hêzên wan kirin e, ku piraniya wan çekdarên DAIŞê ne.
Mistefa Balî ragihand jî, di şer de 38 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, û firokeyên Hevpeymanan 20 caran otombêl û pêgehên DAIŞê bombebaran kirin e. Herweha ji encama êrîşek DAIŞê bi dû mûşekan, 3 şervanên wan canê xwe jidest dan e û 10 şervanên din jî brîndar bûn e.
Ji aliyek din ve û ligor Nûçegîhanê Kurdistan 24, ji êvarê ve, şerê di navbeyna HSD û DAIŞê li Baxozê dîsa destpê kiriye û şerek tund li wê navçeyê tê kirin.
C.B