Daily Mail: Efrînî rastî binpêkirinên metirsîdar tên

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî di raporteke xwe de belav kir, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, welatiyên wî bajarî rastî gelek binpêkirinan li ser destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî di raporteke xwe de belav kir, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, welatiyên wî bajarî rastî gelek binpêkirinan li ser destê grûpên çekdar ve tên.

Wê rojnameyê ku zanyariyên xwe ji ser zarê hin welatiyên Efrînê wergirtiye, nivîsiye, ta niha bi sed hezaran welatiyên Efrînê koçber û derbider bûne û bi hezaran welatî hatine girtin, revandin û eşkencedan û li hember azadkirina wan, ew grûpê daxwaza pereyan ji malbatên wan dikin, ev yek jî ji bilî dizî û talanê û şewitandina mal û milkên xelkê Efrînê.

Rojnameya Daily Mail di raporta xwe gotiye, ji dema dagîrkirina Efrînê ve û li gor raporta dawî ya Komîta Vekolînan ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, bi sed hezaran xelkê Efrînê koçber û derbider bûne û rê ji bo wan nayê dayîn ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve piştî şerê 58 rojan, 18ê Adara bûrî derbasî Efrînê bûne û dagîr kirin, ji encama wê êrîşê de zêdetir ji 300 hezar welatiyên Efrînê koçberî navçeyên bakurê Helebê û derdora Efrînê bûn.

Berî du mehan Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raportekê de diyar kiribû, rêbendên rêjîma Sûriyê hêzên ser YPGê ve û herwiha grûpên çekdar ên li Efrînê rê nadin welatiyên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.

Ji aliyê din ve, duh pispora di Amnestyê de Diana Saman daxwaz ji Tirkiyê kir, fişarê li grûpên çekdar ên ser bi wê ve bike û binpêkirinên wan ên li dijî yasayên navdeweletî rawestîne û gerentiya selametiya sivîlan bike.

 

S. B