Wezîrê Pêşmerge: Piştî cejnê bi Bexdayê re dest bi guftûgoyan dikin

Ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî, piştî çejna Qurbanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dest bi guftûgoyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî, piştî çejna Qurbanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dest bi guftûgoyan dike.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de ragihand, piştî çejnê bi şanda bilind a leşkerî ya Iraqî re bi armanca dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyan dikin.

Şoreş Îsmaîl got jî: Ew valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî çêbûye, derfeteke mezin daye çekdarên DAIŞê xwe birêxistin bikin.

Ji piştî 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê durist bû û vê yekê hîşt ku çekdarên DAIŞê xwe vedizin û êrîşî ser hêzên leşkerî û ewlehiyê bikin.

Îro bi boneya cejna Qurbanê, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana bereyên bergîriyê yên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

 

S. B