Mehemed Hacî Mehmûd: Pêdivîye dariştina destûrê Herêmê karê meyê pêşîn be di dahatî de

Piştî pişikdarîkirinê di rêresma sûnd xwardina Nêçêrvan Barzanî, wek serokê nû yê Herêma Kurdistanê, Mehemed Hacî Mehmûd, sekiretêrê HSKyê (Hizba Sosyalîsta Kurdistanê) di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Karê herî pêşînê serokê nû yê Herêma Kurdistanê, rêkvekirina nav mala Kurd û paraztina yekrêzîyê ye.

K24- Hewlêr

Piştî pişikdarîkirinê di rêresma sûnd xwardina Nêçêrvan Barzanî de , wek serokê nû yê Herêma Kurdistanê, Mehemed Hacî Mehmûd, sekiretêrê HSKyê (Hizba Sosyalîsta Kurdistanê) di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24 re ragehand: Karê herî pêşînê serokê nû yê Herêma Kurdistanê, rêkvekirina nav mala Kurd û paraztina yekrêzîyê ye.

Herweha got: Divê berî her tişt giringîyê bidîn dariştina destûrê Herêma Kurdistanê daku bibe bingehek bo rêkvexistin a hemû biwaran û herweha giringîdanê  bi peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û tevaya welatên deverê, bi awayekê ku serokatîya Herêmê bibe konek bo komkirina tevaya hêz û alîyên sîyasî.

sekiretêrê HSKyê tekez jî kir, pişikdarkirina tevaya alîyên Kurdistanî di merasîmên sûndxwarina yasayî ya serokê nû yê Herêma Kurdistanê nîşana wê yekê ye ku pêngav ber rêkvekirina nav mala Kurde.