Rêveberiya Xweser: 785 endamên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyan

Rêveberiya Xweser radigihîne, 785 endamên DAIŞê bi alîkariya mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve û bi piştevaniya bombebaran Tirkiyê karîn ji kampa Eyn Îsayê birevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser radigihîne, 785 endamên DAIŞê bi alîkariya mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve û bi piştevaniya bombebaran Tirkiyê karîn ji kampa Eyn Îsayê birevin.

Rêveberiya Xweser li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, bi alîkariya mîlîşyayan û piştevaniya bombebarana Tirkiyê, çekdarên DAIŞê yên li kampa Eyn Îsayê êrîşî ser pasewanên kampê kirin û 785 endamên DAIŞê karîn deriyê kampê vekin û birevin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Rêxistinan di Rêveberiya Xweser de Ebdilqadir Mohed ragihand, piştî ku koçberên Kampa Eyn Îsa êrîşî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin, niha ew kamp bê parastin e.

Her îro Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de belav kir, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Herwiha Rêveberiya Xweser bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

 

 

S. B