Temellî: Hikûmetê hebûna xwe bi tinekirina Kurdan ve girê daye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dibêje: Ev hikûmeta Tirkiyê hebûn û tunebûna xwe, bi hebûn û tunebûna Kurdan ve girê daye.
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî di kongreya partiya xwe ya bajarê Dersimê de axivî û got: Em li Dersimê ne, di salvegera kokujîya hovane ya sala 1938 an de ne. Heman siyaset niha ji aliyê vê dewletê ve berdewam dike.
Temellî bal kişand ser pirsa Kurd û got: Vê hikûmetê hebûna xwe bi tinekirina Kurdan ve girê daye. Pêwist e Kurd li benda wê nemînin, ku dest li ser xak, welat, çan û hebûna wan were danîn.
Hevserokê HDPê bal kişand ser desteserkirina şaredariyên wan û da zanîn: Li gel zordariya li ser gelê Kurd, niha jî grûpên nijadperest yên AK Partî û MHPê, malên Kurdên Elewî îşaret dikin, da ku êrişî wan bikin. Lê ewê berxwedanê li hemberî vê hovîtîyê berdewam bikin.
S. B