Ceifer Şêx Mistefa zanyarî yên nû li ser vegerana Pêşmerge bo deverên Kurdistanî aşkera dike

Fermandareke bilind ê hêzên Pêşmerge aşkera dike ku çend civîn di navbera Wezareta Pêşmerge û Supayê Îraqê hatîne encamdan, lê heya niha ti soz nedane bo vegerana Pêşmerge. Hevdem serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê jî dibêje: Bexda cidî nîye li asayîkirina rewşa Kerkûkê û ewa niha di evê parêzgehê de heye tenê rewşa westandina şere.

K24- Hewlêr

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, fermandarê Yeke ya 70 ya hêzên Pêşmerge û hevdem endamê Mekteba Sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got: Heya niha çendîn civîn di navbera Wezareta Pêşmerge û Supayê Îraqê hetîne encmadan bo vegerandina hêzên Pêşmerge bo Kerkûk û deverên Kurdistanî li derveyê rêveberîya Herêmê. Heya niha li gel alî yê Îraqî li ser vegeram Hêzên Pêşmerge em negehiştîne ti rêkkevtinekê.

Şêx Mistefa got jî: Bo evê armancê çend komîteyek hatine pêkanîn ku komîteya bilind û pênc komîteyên lawekî ne.

Rêbwar talebanî, serokê Civata Parêzgeha Kekûkê tekez dike, rewşa niha ya Kerkûkê rewşa ragehandina şere û alîyê Îraqî ne cidî ye ji asayîkirina rewşa wî bajêrî.

Talebanî dibêje: Herçend ew pênc komîte bo wê aramancê hatîne pêkanîn, lê ti tiştek li ser karên ewan komîteta nehatîye ragehandin û ti pêşveçûn di vê dosêyê de nebûye.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê tekz jî kir ku Bexda qet pabend nabe, çunku hêz bi dest bexdayê ve ye û her alîyekê jî hêz hebe bi sanahî nehê pêş.