Supayê Tirkiyê dest bi burdûmana Qamişloyê kir
K24- Hewlêr
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Rojavaya Kurdistanê ragehand, bi egera burdûmana firokeyên cengîyên Tirkiyê û topbarankirina bajarê Qamişloyê hevwelatîyek şehîd bû û 7 jî birîndar bûn.
Li gor zanîyarîyên Kurdistan24, taxa Zeytûne û gundê Sêgirka ji alîyê supayê Tirkiyê ve kirin armanc û ew birîndarên hanê jî hatin veguhaztin bo nexweşxaneya Qamişloyê.