Rûsya û Tirkiye liser rêkeftinek nû ji bo S400an kar dikin

Rêvebirek bilind ji şirketa çekfirotinê ya dewleta Rûsya Rosoboronexport d daxûyaniyekê de bo Ajansa Interfax radighîne, ku Rûsya û Tirkiye liser rêkeftinek nû ji bo mûşek û bateryayên S400an kar dikin

K24-Navenda Nûçeyan

Rêvebirek bilind ji şirketa çekfirotinê ya dewleta Rûsya Rosoboronexport d daxûyaniyekê de bo Ajansa Interfax radighîne, ku Rûsya û Tirkiye liser rêkeftinek nû ji bo mûşek û bateryayên  S400an kar dikin.

Ligor ajansê, ku liser zarê rêvebirê Rosoboronexport dayî, Rûsya bi hêvî ye rêkeftin di nîvsala destpêkî ya 2020an de pêk bê.

Rêkeftina kirîna S400an ji Rûsya, di navbeyna Tirkiye û Amerika, herweha Hevpeymaniya NATO de jî alozî durist kirin e. Amerika û endamên NATO li dijî vê rêkeftinê derdikevin. Herweha bi vê egerê Amerika, Tirkiye ji bernameya firokeyên F35an derxistibû.

 

 

 

C.B