Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin

Peyamnêrê K24ê li Girê Sipî ragihand, firokeyên Tirkiyê yên F-16 li esmanê Girê Sipî digerin û ta niha 5 xal li wî bajarokî bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan destpêkirina êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û artêşa Tirkiyê bi firokeyên F-16 bajarokê Girê Sipî bombebaran dike.

Peyamnêrê K24ê li Girê Sipî ragihand, firokeyên Tirkiyê yên F-16 li esmanê Girê Sipî digerin û ta niha 5 xal li wî bajarokî bombebaran kirin.

Da zanîn jî, ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê, hejmareke mezin ji welatiyên Girê Sipî ji bajar koçber bûne.

Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan navê êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê bi navê “Kaniya Aştiyê binav kiriye.

Erdogan bi twittekê ragihand, “Hêzên me yên çekdar, bi hevahengî ligel Artêşa Millî ya Sûriye li bakurê Sûriye, hemberî rêxistinên terorê PKK-YPG û DAIŞ Operasyona Kaniya Aştiyê destpê kir”.

 

S. B

Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin
Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin
Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin
Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin