Li ser raspardeya Serok Barzanî zarokê birîndar ê Rojavayê Kurdistanê bo Fransayê tê şandin

Îro Mehemed Hemîd, ew zarokê birîndar ji Rojavaya Kurdistanê, li ser raspardeya Serok Mesûd Barzanî bi mebesta çareserkirinê rewşa wî ya tenduristî bo Firansayê tê şandin

 

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Mehemed Hemîd, ew zarokê birîndar ji Rojavaya Kurdistanê, li ser raspardeya Serok Mesûd Barzanî bi mebesta çareserkirina rewşa wî ya Tenduristî bo Firansayê tê şandin.

Zarokê birîndar Mihemed Hemîd yê di encama êrîşeke artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de birîndar bûbû, ji bo dermankirinê bi riya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo nexweşxaneyeke bajarê Duhokê hatibû veguhastin.

Peymanêrê K24ê li Duhokê da zanîn, Mihemed bi helîkoptera Dijeterora Kurdistanê ji Duhokê bo Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat veguhastin, ta di piştre bi hewla Serok Barzanî bo Fransayê bê şandin, ta çareseriyên pêwîst werbigire û bê dermankirin.

Hemîd bavê Mihemed ji K24ê re got: Serok Barzanî bo lêpirsîn û dermankirina Mihemed pêwendî bi min re kir û ji bo vê yekê gelek spasdarê Serok Barzanî û berpirsên Herêma Kurdistanê me.

Got jî: Berî destpêkirina şer, kurê min Mihemed xwendekarê pola 5em a seretayî bû.

Mihemed Hemîd yê 13 salî roja 18. 10. 2019an di encama êrîşeke Tirkiyê ser Serê Kaniyê de birîndar bûbû û gûman heye ku di encama bikaraniya çekê kîmawî de birîndar bûbe.

Di mediyaya navxweyî û cîhanî jî dîmena birîndarbûna Mihemed û qîrînên wî dengvedeneke mezin li dû xwe anî.

 

S. B