Çalakiya malbatan li ber deriyê baregeha HDPyê berdewam e

Çalakiya malbatên ku li ber deriye HDPê runiştine didome. Di nava wan malbatan de malbatên polîs û leşkerên ji aliyê PKKê ve hatine dîlgirtin jî hene û amaje dikin tenê daxwazek wan heye ku bigihîjin zarokên xwe û ji 2015ê ve gelek hewl dane lê bi ser neketine. HDP dibêje ew amade ne gac biavêjin lê dewlet nêzîk nabe. Mafnas jî didin zanîn ku ew dikarin li gel şandeyekê biçin û polîs û leşkerên di deste PKKê de ne bînin.

K24-Amed

Ji 3ê îlonê ve li ber deriye HDPê ya Diyarbekir malbatên ku îdda dikin zarokên wan bi rêya HDPê tevlî PKKê bu ne û malbatên ku zarokên wan di dema polîs û leşkerbune ji aliyê PKKê ve hatine revandin çalakiya runiştinê li dar dixin. Malbatên polîs û leşkerên ku deste PKKê de ne didin zanîn ku ji sala 2015ê ve zarokên wan hatine revandin û wan serdana gelek partî û rêxistinan kiri ne lê heta niha ti encamek bi dest nexistine.

Emîne Kaya, dayîka polîsê ku PKKê bi dîl girtî ye, dibêje:"Navê kurê min Vedat Kaya ye, li Stenbolê Polîs bû. Haribu serdana me. Li Licê rêya wî birrîn û wî revandin."

Şêxmus Kaya, bavê polîsê bu ku PKKê bi dîl girtî ye, dibêje:"Ji sala 2015ê ve ti deriyek nema ku em neçun. Em bi CHPê re, HDPê re, Ak Partiyê re axifîn lê me encamek bi dest nexist."

Songul Altintaş, dayîka leşkerê ku PKKê bi dîl girtî ye, got:Derbarê îddayên malbatan de HDP amaje dike ti têkiliya wan bi tevlîbuna zarokan bo PKKê re nîne. Hevserokê HDPê yê Şaxa Diyarbekir Zeyat Ceylan dide zanîn ku wan ji bo eleqederbûna hêviyên malbatan şandeyek teybet ava kiri ye û li bendê ne dewlet jî gavekê biavêje.

Zeyad Ceylan, hevserokê HDPyê yê Şaxa Diyarbekir, got: Saziyên sivîl ên civak û parastvanên mafên mirovan jî derbarê daxwazên malabatn de amaje dikin ku ew amade ne bo zarok bigihîjin malbatên xwe berpirsiyariyê werbigrin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekir ê Berê û mafnas Racî Bîlîcî dibêje hewildanên wan çêbune ku polîs û leşkerên deste PKKê de vegerînin.

Racî Bîlîcî, serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan ê Diyarbekirê, dibêje:Li ber deriyê HDPê ya Diyarbekir 23 malbatan bo zarokên xwe çalakiya runiştinê dane destpêkirin û li ser îddayên malbatan jî Serdozgeriya Komarî Ya Diyarbekir derbarê rêveberên HDPê yên Diyarbekir ên bajêr û navçeyan lêpirsîn da ye destpêkirin. Malbat dibêjin heta zarokên wan werin vegerandin ew ê çalakiya xwe bidomînin.