ENKS: Rêkeftina bi PYDê re divê bi gerentiya navdewletî be

Desteya Serokatiyê, Desteya Pêwendiyên Derve û Desteya Danûstandkar ên ENKSê li Hewlêrê ji bo destpêşxeriyeke nêzîkbûna di navbera ENKS û PYDê de dicivin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Serokatiyê, Desteya Pêwendiyên Derve û Desteya Danûstandkar ên ENKSê li Hewlêrê ji bo destpêşxeriyeke nêzîkbûna di navbera ENKS û PYDê de dicivin.

Li ser naveroka civîna desteyên ENKSê, Endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihand, ji bo hevbeşiya di navbera ENKS û PYDê de bê kirin, gelek destpêşxerî çê bûne. Em wek ENKSê dibînin ku berê di bin serperiştiya Serok Barzanî 3 rêkeftin di navbera me de hatibûn îmzekirin, lê PYDê pabendî bi wan her sê rêkeftinan nekir.

Herwiha got: “Ji ber pabendnebûna PYDê bi rêkeftinên berê, em wek ENKSê dibînin ku divê vê carê aliyekî navdewletî ya gerentîkar hebe, ji bo ku tiştê em bi PYDê re li ser lihev bikin, PYD bicih bîne.”

Diyar kir jî, berê Amerîka û çend welatên din ji bo nêzîkbûna di navbera ENKS û PYDê de çend caran pêwendî ENKSê re kirine û tekez kir, divê çi lihevkirin hebe, bi gerentiya aliyekî navdewletî be.

Herwiha Silêman Oso got: “Ta hevbeşiya siyasî, îdarî û leşkerî çê bibe û ev destpêşxerî biçin serî, divê gavên baweriyê bên avêtin wek girtiyên siyasî bên azadkirin, nivîsgehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bê vekirin û jiyana siyasî azad bibe û hevalên me yên hatine dersînorkirin vegerin Rojavayê Kurdistanê.”

 

 

S. B