Heşda Şeibî şûngirê Ebûmehdî Mohendis diyar kir

Heşda Şeibî li Iraqê “Ebû Elî Besrî” wek Cîgirê Serokê Desetya Heşda Şeibî li şûna Ebûmehdî Mohendes hilbijard.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şeibî li Iraqê “Ebû Elî Besrî” wek Cîgirê Serokê Desetya Heşda Şeibî li şûna Ebûmehdî Mohendes hilbijard.

Roja 3. 1. 2020an Cîgirê Serokê Desetya Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendes ligel Fermandarê Feyleqa Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî di êrîşeke firokeyeke bêfirokvan a Amerîkî li nêzîkî Firokxaneya Bexdayê hatibû kuştin.

Encûmena Şêwirmendiya Mîlîşyayên Heşda Şeibî li Iraqê “Ebû Elî Besrî” wek Cîgirê Serokê Desetya Heşda Şeibî li şûna Ebûmehdî Mohendes hilbijard.

Ebû Elî Besrî, yekem fermandarê hêzên Bedir bû, ku ji aliyê Îranê ve piştevanî lê dihat kirin, piştî wî jî Ebûmehdî Mohendis di sala 1998 bû fermandarê wê hêzê, piştre jî Hadî Amirî di sala 2000î de fermandariya wê hêzê wergirt.

Besrî di sala 2003an postê Birîkarê Wezareta Perwerde wergirt, piştre jî bû Birîkarê Wezareta Eliktirîkê. Piştî hatina DAIŞê, ligel kurên xwe derbasî nava Heşda Şeibî bû û bû Fermandarê Operasyonan.

 

S. B