Jineke din di zîndanê de dawî li jiyana xwe anî

Li Bakurê Kurdistan bajarê Merdînê Girtiyeke din ya greva birçîbûnê Medya Çinar dawî li jiyana xwe anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistan bajarê Merdînê Girtiyeke din ya greva birçîbûnê Medya Çinar dawî li jiyana xwe anî.

Girtiya Bi navê Medya Çinar ku bi armnaca rakirina dorpêça li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şermezarkirina zordestiya hikûmeta Tirkiyê, dawî li jiyana xwe anî.

Parlamenterê HDPê Mithat Sancar ragihand, çalakvana greva birçîbûnê Medya Çinar di zîndana Merdinê Tipa F de bi armanca protestokirina kiryarên hikûmeta Tirkiyê dawî li jîyana xwe anî.

Polisa Tirkiyê çalakvanên ku di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dawî li jiyana xwe tînin, bêyî malbatên wan bi dizî vedişêre û paşê malbatan agahdar dike.

Ji roja 17ê vê mehê ve , ev çarem kes e xwe di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rakirina dorpêça li ser Ocalan dawî ji jiyana xwe tîne, berî Medya Çinar, Zulkuf Gezen, Ayten Becet û Zehra Saxlem dawî li jiyana xwe anîn.

 

S. B