Sefîn Dizeyî: Rewşeke erênî di navbera Herêm û Bexdayê de durist bûye

Sefîn Dizeyî, berpirsê Fermanegeha Peywendîyên derveyê hikumeta Herêma Kurdistanê, seredana Bexdayê kir û naveroka armanca wê seredanê bo Kurdistan24 aşkere dike.

K24- Hewlêr

Sefîn Dizeyî, berpirsê Fermanegeha Peywendîyên derveyê hikumeta Herêma Kurdistanê, seredana Bexdayê kir û naveroka armanca wê seredanê bo Kurdistan24 aşkere dike.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan 24, Sefîn Dizeyî derbarê seredana xwe bo Bexdayê ragehand: Seqayeke erênî di nacvebra Herêm û Bexdayê de durist bûye, di wê çarçoveyê jî de me biryara serdana Bexdayê kir û li gel serok komarê Îraqê, nwênerên Kurd li Bexdayê û wezîrê derve kom bûyîn.

Derbarê çaerserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: Di dawîn kombûna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, biryara hat dan derbarê budce û petrolê komîteyek bihêt pêkanîn daku Herêma Kurdistanê şehnîyên darayî yên xwe bo sala 2020 di budceya Îraqê de misoger bike.

Derbarê guhertinan di peywendîyên derve yê hikuemta Herêma Kurdistanê, Sefîn  Dizeyî ragehand: Me karên xwe pêşkekş bi Civata wezîran kirîye û dixwazîn hejmara nwêneratî yên xwe zêde bikîn guhertinan jî di postan de bikîn.