Korek telekom: Biryar a deste ya ragehandin û gehandin a Îraqê sitemkarane ye

Deste ya ragehandin û gehandin a Îraqê ferman a birrîn a bihevgirêdanê daye di navber a Korek û kompanya yên din ên gehandinê. Kompanya ya Korek Telekom di daxûyanîyekê de, biryar a wê desteyê bi biryarek a zalim û stemkarane nav dibe. Herweha daxwaz a lêburînê ji hevpişk ên xwe dike.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de ku wêneyek gehiştîye Kurdistan24ê, kompanya ya Korek Telekom raghendîye ku evê desteyê vîyaye siza hevwelatîyan bide p wan bêbehir bike ji evê rajedarîyê û zîyanê bigehîne berjewendî yên wan li batî ku hizir li çareserîyê bike û li ser mêz a danûstandin a birûne; berjewendî yên hewvwelatîyan xistîye jê pî yên xwe û zîyan gehandîye navûban ê kompanya ya me.