Hemo: Rola Esed di pêşeroja Sûriyê de namîne

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Ebdilbasit Hemo li ser daxuyaniya şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery ku ew kar li ser guhartina rêjîma Sûriyê nakin, ji K24ê re ragihand, bê Amerîka ne pêkan e çareseriyên siyasî û aborî li, Cîhan, Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê pêk bên.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Ebdilbasit Hemo li ser daxuyaniya şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery ku ew kar li ser guhartina rêjîma Sûriyê nakin, ji K24ê re ragihand, bê Amerîka ne pêkan e çareseriyên siyasî û aborî li, Cîhan, Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê pêk bên.

Herwiha got, Amerîka heger xwastiba çareseriyekê li Sûriyê bike, dê kiriba, lê roj bi roj Sûriyê wêran dibe û rola Beşar Esed namîne. Heger dema çareseriya siyasî were, dê bê Beşar Esed be. Îran bandora zêdetir li rewşa Sûriyê dike, lê Amerîka û Rûsyê li ser Sûriyê ji hev nêzîk dibin û di rojên pêş de rola Îranê li Sûriyê dê nemîne û pêkhateya Elewî li Sûriyê dê li aliyê Rûsyayê be.

Amaje bi wê yekê jî kir, rêjîma Esed dê bê dadgehkirin û sizadan, ji ber ku ne pêkan e rêjîma Esed di ber bikaranîna çekê kîmawî û wêrankirina Sûriyê ne lêpirsîn. Amerîka û Rûsyê ji hev nêzîk dibin û dê biryarên navdewletî jî li gor daxwazên wan her du welatan bin.

Got jî, di dawiyê vê mehê de sê şêwirmendên ewlehiya netewî yên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê li li Qudisê dicivin û rola Îranê di Sûriye û Iraqê dê bê lawazkirin û pêşeroja çareseriya Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriye û Iraqê diyar bike, bi taybet ku her li hev bicivin.

 

 

S. B