Adil Ebdulmehdî: Pirsgirêka Kurd ne budce û petrol e

Serokwezîrê Iraqê radigihîne: “Pirsgirêka Kurd li Iraqê ji dema damezirandina dewleta Iraqê ve heye û pirsgirêka Kurd ne girêdayî budce û petrolê ye. Mûçeyên xelkê Kurdistanê li gor budceyê tên dayîn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê radigihîne: “Pirsgirêka Kurd li Iraqê ji dema damezirandina dewleta Iraqê ve heye û pirsgirêka Kurd ne girêdayî budce û petrolê ye. Mûçeyên xelkê Kurdistanê li gor budceyê tên dayîn.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di hevdîtineke rojnamevanî de behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pirsa petrol û mûçeyê kir û got: “Mûçeyên xelkê Kurdisanê li gir budceyê tên dayîn û me tiştekî zêde nekiriye û qota xelkê Kurdistanê nayê birîn.”

Adil Ebdulmehdî got: “Ne pêkan e cudahiyê di navbera Kurd û pêkhateyên din de bikim, li cem min hemû Iraqî ne. Lê her ji dema pêkhateyek xwedî dîrokekî ne û taybetmendiyên wan heye. Pirsgirêka Kurd ji dema damezirandina dewleta Iraqî û ta niha heye, berî hikûmetê û rêjîma berê ve û her ji berî serdema paşayetiyê ve tiştek bi navê pirsgirêka Kurd hebûye. Ji ber wê ew pirsgirêk ne girêdayî petrol û budceyê ye, belkû tiştek bi navê pirsgirêka Kurd heye, ma hevkar dibin bo çareserkirina wê yan na? Ji ber wê ev yeksanî ye di navbera tevahiya Iraqiyan de, ku hevkar bin bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên me.”

Herwiha got: “Em pabendî yasayê ne, yasaya budceya Iraqê dibêje, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyay SOMO bike, heger nekir jî beşek ji budceyê tê birîn. Em jî her wê dikin.”

Li ser gotinên ku Adil Ebdilmehdî mûçeyên zêde dide Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê got: “Ne min mûçe danîne, hemû mûçe ji serdema hikûmeta Ebadî ve hatine danîn û me tiştekî zêde nekiriye û lîsteyên zêde nîn in. Mûçe li gor budceyê û bi awayekî rewa tê dayîn û ev yek xelkê Kurdistanê xweşhal kiriye, ji ber wê divê budce ji çalakiyên din bê birîn, ne ji qota xelkê.”

Ev di demekê de ye biryar e di demeke nêzîk de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilpesartî dest bi guftûgoyê bi Hikûmeta Iraqê re bike. Di civîna 22ê vê mehê ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand. Biryar e şanda hevbeş a her du aliyan di demeke nêzîk de dest bi guftûgoyan bike ji bo danîna mîkanîzma çareserkirina pirsgirêkên hilpesartî yên bi Bexdayê re.

Di wê çarçovê de, di yekem civîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku şandeke bilind a hikûmetê ji bo derbirîna niyazpakiyê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê bike. Roja 16.07.2019an jî şandeke bilind a Hikûmeta Herêmê bi serokatiya Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û bi her sê serokatiyên Iraqê re civiya û tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, dest bi guftûgoyan bikin.

 

S. B