Rakirina parêzbendiyê careke din di rojevê de ye

Li Tirkiyeyê piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 12 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi tohmeta propagandaya PKKê û derbarê 3 parlamenterên partiya sereke ya opozîsonê ya Tirkiyeyê Partiya Komara Gel (CHP) de jî bi hinceta "heqaretê serokkomar" fezleke amade kirin, carekî din rakirina parêzbendiya parlamenteran ket rojevê.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 12 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi tohmeta propagandaya PKKê û derbarê 3 parlamenterên partiya sereke ya opozîsonê ya Tirkiyeyê Partiya Komara Gel (CHP) de jî bi hinceta "heqaretê serokkomar" fezleke amade kirin, carekî din rakirina parêzbendiya parlamenteran ket rojevê. Rayedarên HDP û CHP li dijî vê bertekên tund nîşan dan û diyar kirin ku ew ê bêdeng nêmînin û muxalafata xwe bimeşînin.

Li Tirkiyeyê carek din rakirina parêzbendiya parlamenteran hat rojeve. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 12 parlamenterên HDPê de bi hinceta propoagandaya PKKê û derbarê 3 parlamenterên CHPê de jî bi hinceta "heqaretê serokkomar Erdogan" fezleke hatin amadekirin.

Li gel hevseroka HDPê Pervîn Buldan derbarê 11 parlamenterên HDPê de bi tohmeta ku di axaftinên xwe yên cuda de propagandaya PKKê kirine fezleke hatine amadekirin. Parlamenterê Wanê yê HDPê Tayyîp temel dibêje, ew ê li meclîsê li dijî rakirina parêzbendiyan muxalefeteke xurt bimeşînin.

Parlamenterê HDPê Tayyip Temel ji K24ê re got: “Ji bo vê yekê divê dîsa parlamento li hev bê qerara betalkirina parastina parlamenteran bên dayîn. Vê carê jî divê pevajoyekê bi bî rengî pê bibe ku heta parlamenteriya 12 hevalên me dikeve. Helbet MHP û Ak Partî dê hewl bide rêyekê ji bo vê yekê bibîne ku hejmara parlamenterên HDPê kêm bike û parlamenteriya wan bixe. Lê vê carê ez texmîn dikim ku CHP piştî girtina Berberoglu dîsa piştî darazandina 10an parlamenterên CHPê aqilê wan hatiye serî ku şaşî û xeletiyekê wisa neke. Çimkî dibêjin me xeletî û şaşî kir.”

Derbarê 3 parlamenterên CHPê de jî bi sedema "heqaretê serokkomar" fezleke hatin amadekirin. Fezlekeyên ku derbarê 15 parlamenteran de ji bo rakirina parêzbendiyan hatin amadekirin bo serokatiya Parlamentoyê hate şandin. Rayedarên CHPê jî dan zanîn ku ew jî dê li hemberê vê biryarê muxalafetê xwe bimeşînin.

Parlamenterê Berê yê CHPê Ali Haydar Hakverdi li ser vê pirsê dibêje: “Heke bi sedema "heqaretê serokkomar" parêzbendiya parlamenteran were rakirin û piştî vê bi darazî re gef were xwarin, ev yek bi temamî nêrîna hikûmetê dide nîşankirin. Meseleya rakirina parêzbendîyan weke gefxwarinê bikar tînin. Niha fezleke bo meclîsê hatine şandin û heke li meclîsê piranî bê bidestxistin dê parêzbendî rabin. Bi vî usulê pirsgirêkê nayêne çareserkirin. Me vê yekê şermezar dikin. Em ê wek CHP li hemberî sepandinên wiha mixalefeta xwe bimeşînin.”

Partiya desthilatdar Ak Parti ji bo rakirina parêzbendiyê pêşniyara teklîfê di 12ê Nîsana 2016an de pêşkeşî parlamentoyê kiribû. Bi piştevaniya CHP û MHPê di 20ê Gulana 2016an de de ev rêzikname bi 376 dengan hatibû qebûlkirin. Pişt re ji 59 parlamenterên HDPê parêzbendiya 55 parlamenteran hatibû rakirin û parlamenteriya 12 wekîlan jî hatibû betalkirin.