Li roja cîhanîya eşkencedanê, qurbanîyên destên Daişê diaxivin

Daişê piştî dagîrkirina çend deverên Kurdistanê gelek tawan encam dan û bûyerên nexweş li dûv xwe hêlane. Yek ji wan tawanan eşkencedan û cînosayîdkirina xelkî Şengarê bû. Her cihek Daişê bi nav re bûhirî be kuştin û eşkencedan têde encam daye û gelek qurbanî li dûv xwe re hêlane. Di evê raportê de jî pişkek ji wan kesên ji destê Daişê hevrûşî eşkenceyê bûn, çîrokên wê eşkencedanênê xwe vedigêrin.

K24- Dihok

Di roja cîhanya eşkencedanê da hêşta qurbanêyên destê Da'şê nefretan li wê rojê dikin ku ew kevtin di destên Daişê de. Yek ji wan qurbanîyan dibêje: Da'şi çi nema li gel me nekrî heya gehiştîye wê yekê ku em xwezîyan bixwazîn bû bicîhêlana axa welatê xwe.

Zaroyekê jî yê ku li ser mobayîlê eşkence xwarî bi destên Da'şê re, piştî ku ew mobayîl kevtîye di destên wan de dibêje: Min mobayîlek hebû yarîy têda hebûn rojekê hatim  girtin û hemû curên eşkencêyê li gel min bikaranîn û evê yekê jî wekir ku heya niha jî, ji hemû rih dirêjan bitirisim .

Paş dagîrkirina Şengarê jî ji alyê Da'şê ve bi gotna ewan kesên keftîne di destên Daişê de, Dai'ş hatibû durstikirin daku tovê mirovatyê nehêle û heya ku jîyan hebe tirsa wan rojan di dilê me de dê heyee. çima ku em bitnê dizanîn wan hez dikir mirovatyê nehêlin li ser rûyê erdê.