7 Partiyên bakur: Pirsa Kurd bi tundî û şer nayê çareserkirin

7 partiyên bakurê Kurdistanê, liser êrîşa Tirkiye ya Şingal û Qereçox, herweha gefên beramberî rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek hevbeş arasteyî raya giştî kirin û daxûyaniya xwe gihandin K24

K24 – Navenda Nûçeyan

7 partiyên bakurê Kurdistanê, liser êrîşa Tirkiye ya Şingal û Qereçox, herweha gefên beramberî rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek hevbeş arasteyî raya giştî kirin û daxûyaniya xwe gihandin K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Jİ ÇAPEMENÎYÊ Û RAYA GİŞTÎ RE

Dewlet û hikûmeta Tirkiyê êrîşî welatê me dike. Li Şingalê, li Çiyayê Qereçoxê, li Qempa Penaberên Mexmûrê û li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkî bi firokeyên şer wan deverên welatê me bombebaran dike. Em partî û rêxistinên siyasî ku navên wana li jêr hatiyê nivîsandin vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin. Divan êrişan de yênku jiyana xwe ji dest dane, bila Rehma Xwedê liwana be û em ji malbatan wana re jî sersaxiyê  dixwazin.Birîndar jî inşeleh zû bi serxwewerin û rehet bibin…

Xuyayê ku desthilatdariya dewleta Tirk qîma xwe tenê bidestdanîna ser mafên gelê me li Kurdistana Bakur nayîne. Lê li derveyî tixubên  xwe dest diavêje Kerkûk û Efrîne jî û dixwaze rê liber çareseriyeke federal li Rojavayê Kurdistanê, weke ya ku li Başûrê Kurdistanê heye bigire. Ji bona vê yekê hincetan diafirîne.

Em doh jî û îro jî li himberî siyaseta tundîyê û şer derketine. Ev tundî û daxwaza şer pirsgirêkên ku hene aloztir dike, girantir dike û tu çareserîyan dernaxîne pêşberî me. Me bi vê yeke berê jî bahwer kiribû û em nûha jî bahwer dikin. Em di vê mijarê de banga xwe dubare dikin;

Desthilatdariya Tirkiyê ya siyasî divê destkeftiyên gelê me ku li derveyî sinorên wan  hene, nas bike. Bi wan re di nava aşitîyê de bijî, pirsgirêkên ku hene bi rêya dîyalogan û li ser bingehekî aşitîyane bixwaze çareser bike. Banga me ji dewletaTirkiyê re ev e.

Di Rojhilata Navîn de îro li derdora 50 mîlyon Kurd dijîn. Daxwaza Kurdan ji bona statuyeke siyasi ye, hûn nikarin tenê bi şer û gêfan çareser bikin. Ev tu caran nabe çareserîyeke mayînde. Em bahwer dikin ku ev mesele incex li ser bingeheke siyasî, dîyalog û muzakereyan were çareser kirin. Li ser vî bingehî divê hemû alî û sazîyên navnetewî ji bona mesela Kurdan bikevin nava lêgerineke çareseriyê.

Em hemû alîyan dawetî aramî  û xebatê dikin.

15 12 2018

AZADÎ, PDK-T, PDK, HDP, DBP, PÎA, KKP.

 

 

C.B