Erdogan û Zerîf, gêngeşeya dorpêç û biryarên Amerîka li dijî Îranê û rewşa Sûriyê kirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li Enqereyê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê kir. Di civînê de dorpêç û biryarên Amerîka li ser Îranê û rewşa Sûriyê hatin gotubêjkirin.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li Enqereyê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê kir. Di civînê de dorpêç û biryarên Amerîka li ser Îranê û rewşa Sûriyê hatin gotubêjkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf, piştî hevdîtinên bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re, ji hêla Serokomarê Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor agahiyan, civîna Erdogan û Zerîf demjimêrekê zêdetir dom kir û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu jî di civînê de amade bû.

Hat destnîşankirin, di civînê de biryarên dorpêça Amerîka yên li ser Îranê, wek rêxistina terorê nasandina Supay Pasdaran û çareseriya krîza Sûriyê hatiye gotubêjkirin. Wezîrê Derve yê Îranê, piştî serdana Şamê, hin pêşniyarên Şamê bo Enqere biribûn û tê destnîşankirin, Tehran dixwaze, Şam û Enqere dest bi pêwendiyên rasterastbikin.