Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê tekezî li girîngiya hevahengiya artêşa Iraqê û Pêşmerge dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Necah El Şumerî kir û çend pirsên ewlehiyê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Necah El Şumerî kir û çend pirsên ewlehiyê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê hatin guftûgokirin û tekezî li ser hevahengî û hevkariya di navbera artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge de hatin kirin, bi taybetî jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, teroristên DAIŞî niha li çend navçeyên Iraqê bûne cihê gefa cidî li ser xelkê û divê hevahengiyeke baştir di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hebe û bi awayekî hevbeş rûbirûyî wan metirsiyan bibin, bi taybetî jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî ji bilî pesnê rola hêza Pêşmerge wek beşek ji sîstema berevaniyê Iraqê da, ku roleke wan a bi bandor di têkşikandina DAIŞê hebû, amadahiya xwe ji bo hevahengiya zêdetir di wê warî de derbirî.

 

S. B