Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye û çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye û çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin.

Jêderekî ji K24ê re da zanîn, ji şeva bûrî ve agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê ve ketiye û hîna ew agir berdewam e û beşek mezin ji daran hatine şewitandin.

Got jî, vemirandina agir bi karînên kêm û hewla welatiyên sivîl û Encûmena Cindirêsê ya Sivîl tê kirin û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar tê alîkariyê nakin.  

Got jî, li navçeya Mabeta agirek bi çiyayê Hawarê beşe di navbera gundê Gobek û heyatê ket û bi hewla welatiyan û endamên Encûmena Xwecihî ya Mabeta ve hate vemirandin, lê beşek mezin di daran hatin şewitandin.

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wek êzing wan daran bifiroşin.

Havîna sala bûrî jî çekdaran agir bi çiya û daristanên Efrînê dixistin û beşek mezin ji daran şewitandibûn û artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nedikirin û hewla welatiyên sivîl dihatin vemirandin.

 

 

S. B

Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket
Agir bi çiya û daristanên Efrînê ket