Mesrûr Barzanî daxwaza piştevaniya zêdetir ji hêza Pêşmerge re dike

Di civînekê ligel şandeke leşkerî ya bilind a Hevpeymaniya Navdewletî de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewamiya piştevaniya Hevpeymanan ji hêza Pêşmerge re bi girîng nirxand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînekê ligel şandeke leşkerî ya bilind a Hevpeymaniya Navdewletî de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewamiya piştevaniya Hevpeymanan ji hêza Pêşmerge re bi girîng nirxand.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke leşkerî ya bilind a Hevpeymaniya Navdewletî ya di warê çaksazî û rahênankirin hêza Pêşmerge de kir û daxwaza piştevaniya zêdetir ji hêza Pêşmerge re kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî nirxanidina dawî mîkanîzm û birêveçûna proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, egerê serîhildana DAIŞê û tevgera wan hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hewlên Hevpeymanan kir û hêviya berdewamiyê xwast, bi taybet di warê çaksazî û rêkxistina Pêşmerge de.

Herwiha Mesrûr Barzanî ji bo rêgirtin li metirsî û gefên teroristan hevkariya hemû aliyan û amadekirina zemîneya libar ji bo asayîkirin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî bi pêwîstî zanî.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan ji bilî tekezkirina li hevkariya zêdetir ji hêza Pêşmerge re ji bo pêşveçûna proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, piştevaniya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li tevahiya navçeyan ragihand.

 

 

S. B