Seyîtxanê Boyaxçî: Bila êdî tenêtî û xîzanî nebe para dengbêjan

Seyîtxanê Boyaxçî dibêje wî 75 salan dengbêjî kir, lê niha ew di tenêtiyê de ye û kesek pirsa rewşa wî nake.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dengbêjê navdar ê Bakurê Kurdistanê Seyîtxanê Boyaxçî ku demeke dirêj di Mala Dengbêjan de jî stran digotin niha li hember nexweşiyeke giran li mala kurê xwe ber xwe dide ku xwe bi jiyanê ve girê bide. Seyîtxanê Boyaxçî dibêje wî 75 salan dengbêjî kir, lê niha ew di tenêtiyê de ye û kesek pirsa rewşa wî nake.

Di navbera rabirdû û roja me de denbêj ji bo Kurdan bûne pira çandî, neteweyî û dîrokî, lê gelek caran ev dengbêjên ku peywireke girîng û teybet hildane ser milên xwe di nav tenêtî û xîzaniyê de jiyana xwe didomînin. Yek ji van jî Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî yê navdar e. Seyîtxanê Boyaxçî niha li Diyarbekir di mala kurê xwe de dijî û ji ber ku celteyê li dest û lingê wî daye ew nikare êdî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Seyîtxanê Boyaxçî an jî Bilbilê Diyarbekirê bi gazinc e ku ji dema ew ketiye vê rewşê de ve, kesek pirsa wî nake.

Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî ji K24ê re li ser rewşa xwe wiha axivî: "Ez ne dikarim deste camêrekî bigirim, ez ne dikarim avê vexwim, ez ne dikarim nan bixwim. Yanî ez wisa bûme ji mirinê xiraptir bûme. Mirin dîsa baş e. Carekê de rebê alemê rihê mirov digire. Îca niha li dine ez perişan bûme."

Temenê Denbêj Seyîtxanê Boyaxçî gihîştiye derdora 90 salan û wî 75 salan dengbêjî kirîye, ku bi sedan kilamên erdnîgariya Kurdistanê di hişê wî de cih digirin. Dengbêjê navdar 12 salan jî di Mala Dengbêjan de stran ji serdêran re gotine. Kurê vî dengbêjê xizmetkarê dengbêjiya Kurdistanê Mehmet Şîmşek dibêje ew ê her dem li bavê xwe xwedî derbikeve, lê bila heskiriyên wî jî Seyîtxanê Boyaxçî bi tenê nehêlin.

Mehmet Şîmşek dibêje: "Di mala dengbêjan de demê ku bavê min stran ji xwendevan û rewşenbîran re digot wê demê qedr û qiymetê wî hebu. Niha bavê min ketiye vî halî de kesek pirsa wî nake."

Seyîtxanê Boyaxçî amaje dike ku dengbêjan qehr û birînên Kurdan bi rêya stranan anîne roja me lê mixabin ew xemgînî û şert û mercên giran ên Kurdan ku di stranan de tên vegotin di dawiya jiyana piraniya dengbêjan de jî tê serê dengbêjan. Dengbêjê Qerejdaxî bang dike ku êdî bila Kurd li dengbêjên xwe xwedî derbikevin û hîn li jiyanê qedr û qiymetê wan bizanin.