Gora Şerefxanê Bedlisî hat xera kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bajarê Bedlisê yê Bakurê Kurdistanê, gora dirokzanê û zanyarê mezin ê Kurd Şerefxanê Bedlisî hat xera kirin.
Li Bajarê Bedlisê, goristana malbata dîrokzan û zanyarê Kurd Şerefxan Bedlîsî hate hilweşandin.
Şerefxanê Bedlisî yek ji navdartirîn dîrokzan û zanyarê Kurd e û nivîskarê pirtûka Şerefname ye, ku liser dîroka Kurd û Kurdistanê yek ji serkaniyên herî dewlemend e.
Hate ragihandin nivîs û tabletên dîrokî yên di derbarê jîyana dirokzanê Kurd Bedlisî de jî, hatine şikandin û hin ji wan jî berze kirin e.
Roja Cêjna Remzanê de jî, êrişek ser goristana Lice ya Diyarbekirê hatibû û gor hatibûn xerakirin.
C.B