Heskîfa bi dîroka 12 hezar salan di bin avê de dimîne

Navçeya dîrokî Heskîf, di bin ava Bendava Ilisûyê de dimîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Navçeya dîrokî Heskîf, di bin ava Bendava Ilisûyê de dimîne. Bi vê yekê dîrokeke 12 hezar salî jî wenda dibe. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Dewleta Tirk, çêkirina bendavê ji bo aboriya navçeyê dê sûdewar be. Berpirsên Komeleya Çand û Xwezaya Batmanê jî, di bin avê de hiştina Heskîfê wekî tofana duyemîn pênase dikin.

Navçeya Heskîfê ya Batmanê dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne. Li navçeya ku dîroka wê digihîje beriya Mîladê 10 hezar salan; şopa 9 şaristaniyan heye. Li navçeya şikeft, dêr, mizgeft, hemam û pirên dîrokî cih digirin. Lê ji bo ku berhemên dîrokî di bin avê de nemînin, ji bo Hesfîka Nû hatibûn veguhestin. Ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne, çalakvanan heta niha 3 caran proje dane rawestandin lê belê Bendava Ilisûyê hat temamkirin û êdî dê deriyên bendavê werin girtin û dê Heskîf di bin avê de bimîne.

Serokê Komeleya Çand û Xwezaya Batmanê Emîn Bulut, di bin avê de hiştina Heskîfê wekî tofana duyemîn pênase dike. Li gorî nirxandina Bulut; Heskîf mîrateyê hevpar a mirovahiyê ye lê cîhan lê xwedî derneket.

Emîn Bulut ji K24ê re wiha axivî: "Heskîf, dîroka Mezra Botan, Rojhilata Naverast û cîhanê ye. Ev der yek ji navendên çand, dîrok û şaristaniya cîhanê ye. Ji bo ku ev bendav neyê çêkirin ev 30 sal in ku em çalakiyan dikin lê mixabin Hikûmetê çêkirina bendavê ji xwe re wekî stratejiyekê danî û bendavê ava dike."

Xebatên çêkirina Bendava Ilisuyê di sala 1954'an de dest pê kir. Niha xebatên dawî yên temamkirina bendavê tên kirin. Makîneyên kar li derdora şikeftên dîrokî bendan çêdikin. Bendava Ilisûyê 90 kîlometir ji Heskîfê dûr e lê dema ku devikên bendavê hatin girtin ji 3'yan 2'ê navçeya dîrokî di bin avê de dimîne. Di nav 65 salan de piraniya şêniyên Heskîfê koç kirin. Dewletê heqê xanî û bexçeyên şêniyan daye wan û dixwaze Heskîfê bi cih bihêlin. Lê hîn jî Hefkîsa nû nehatiye temamkirin. Heskîfa nû 3 kîlometir ji Heskîfê dûr e. Şêniyên li Heskîfê mane jî dê di demeke nêz de dê koç bikin. Şênî Mihemed Beg temenê xwe li Heskîfê derbas kiriye. Bax û baxçe daniye lê dê ji mala bi hewş û bexçe biçe nav xaniyekî biçûk û bê bexçe.

Mihemed Beg dibêje: "Zarokên me xebitîn, ez û birayê em bi hev û din re xebitîn, Xwedayê Teale qistmet kir me ev xanî çêkir, lê niha dewletê ew jî ji me stand. Îsal 30-35 sal in ez hatibûm vê dere, em hînî cîranên xwe bibûn. Li me giran tê ku em dest ji cîran û xaniyên xwe berdin. Ji beriya 13-14 mehan belasebep xaniyên cîranên me xirab kirin û birin Heskîfa nû lê ew jî li wê derê perişan bûne û em jî li vê derê ji cîranên xwe mehrum mane."

Bendav 310 kîlometir çargoşe mezin e. Li gorî lêkolînan 80 hezar kesên li 108 gund, 2 bajarok û navçeyekê dijîn dê ji avê bandorê bibînin. Rayedarên Dewleta Tirk amaje dikin ku bi temamkirina bendavê dê bi sedhezaran şêniyên li Batman, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê bi avê bikaribin cotkariyê bikin û dê ev bajar ji aliyê aborî û civakî ve pêş ve biçe. Bendava Ilisûyê piştî bendavên Ataturk, Karakaya û Kebanê 4'emîn bendava mezin a herêmê ye.