Mesrûr Barzanî û şandeke Almanî hevkarî û pêwendiyan guftûgo dikin

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li cîgirê wezîrê hevkariya aborî û geşedana Almanya Martin Jager kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşedana Almanya Martin Jager kir.

Îro Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li şandeka Almanî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşedana Almanya kir.

Di wê civînê de, ku Balyozê Almanya li Bexdayê û konsûlê Almanya li Hewlêrê jî amade bûn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya her wiha rewşa Iraqê û aloziyên Rojhilata Navîn hatin axaftin.

Mesrûr Barzanî behsa rola Almanya di piştevanîkirin û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de kir û ragihand, Herêma Kurdistanê her dem alîgira wê yekê ye ku hemû arîşe û pirsgirêk bi şêwazên aştiyane û diyalogê çareser bibin.

Martin Jager jî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ku fermî bi pêkanîna kabîneya nû hatiye raspardin û hêviya serkeftinê jê re xwast. Wî rayedarê Almanî amadehiya welatê xwe bo piştevanîkirina hikûmeta Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên her du welatan jî anî ziman.

Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa koçber û penaberên ku ji ber şer derbasî Herêma Kurdistanê bûne, hat kirin.

 

S. B