Dema ragihandina encamên dawiyê yê hilbijartinê diyar dibe

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanêradigihîne, sibe encamên dawiyê yên hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê yekalî dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê radigihîne, sibe encamên dawiyê yên hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê yekalî dibin.

Peyvdarê Encûmena Komisyaran ji K24ê re ragihand, lêkolîn li ser giliyan temam bûn û hejmarek form mane û di zûtirîn dem de tên tomarkirin û sibe encamên dawiyê yekalî dibin, lê ragihandina encaman dê hefteya bê be.

Di vê çarçovê de, Endamekî Jûreya Hilbijartinê ya Tevgera Goranê ragihand, heger gilî bandore li ser encaman durist neke, helwesta wan a siyasî û yasayî dê hebe.

Roja 30î Îlona bûrî proseya hilbijartina giştî li Herêma Kurdistanê birêve çûbû û berî çend rojan ji sedî 85 ên dengan hatibûn ragihandin û ji sedî 15 mane.

Encamên hatibûn ragihand wiha bûn:

Partiya Demokrat a Kurdistanê: 44 kursî.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan: 21 kursî.

Tevgera Goranê: 12 kursî.

Nifşê Nû: 8 kursî.

Komela Îslamî: 7 kursî.

Komela Îslamî ya Kurdistanê: 7 kursî.

Hevpeymaniya ber bi Îslahê: 5 kursî.

 

S. B