Binalî Yildirim: Hilbijartina 31 ê Adarê, ji destpêkê ve heya niha Mirdar bûye

Namzetê AKPê yê Bajarê Stenbolê Binalî Yildirim got: Ev hilbijartina 31 ê Adarê, ji destpêkê ve heya niha Mirdar bûye.

K24- Hewlêr

Namzetê AKPê yê Bajarê Stenbolê Binalî Yildirim got: Ev hilbijartina 31 ê Adarê, ji destpêkê ve heya niha Mirdar bûye.

Yildirin da zanîn: Bajarê Stenbolê 8 Milyon Kesan deng daye, mafê wane ku di vê qerebalixê de, nerazîbûnê derbibirin.

Binali Yildirin da zanîn: Dema cara yekê Sandûq hatin hijmartin, navbera wan de, nêzî 30 Hezarî deng hebûn, lê niha ev dengene bûn 12 Hezar.

Binali Yildirim - Namzetê AKPê yê Bajarê Stenbolê got: (Dengên Me yên di sandûqan de, hatine winda kirin û bo CHPê hatine nîşandan. Heta niha me sedî 10 deng hijmartine. Em di Wê baweriyê de ne, eger deng hemû hatiban hijmartin, rewş da berovajî be. Di dengdanê gelek sextekarî hatiye kirin. Ev hibijartina 31 ê Adarê, ji destpêkê heta niha Mirdar bûye. Ew dê mafê xwe yê yasayî heta dawiyê bikar bînin. Gelê stenbolê serokek baş dixweze ku, xizmeta wan bike. Lê dawiyê jî biryar ne ya Me ye û ya Komisyona Bilind a Hilbijartinêye)