Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşt Bexdayê û biryar e ligel Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlemantoya Iraqê bicive.
Peyamêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dicive, Serokomarê Iraqê û Serokê Parlemantoya Iraqê dicive.
Peyamnêrê me got: Armanca serdanê ew e, bihêzkirina pêwendiyan e. Herwiha Nêçîrvan Barzanî çend pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane yên wekî pirsa petrol û budceyê bi berpirsên Iraqê re guftûgo dike.
S. B