Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Qeterê rewşa Îraqê û deverê gengeşe dikin

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku hemû hewlekê didin bo asyîkirina rewşa Îraqê û vegarandina akincîyê û nabe Îraqê bikin qada yek alîkriina milmilanêyan. Herweha got: Di evê qonaxê de bo rûbirûbûna metirsîyên dûbare serheldana terorê, Îraqê pêwîstî bi piştîvanîya Hevpeymanan heye.

K24- Hewlêr

Di civînekê de, ku evro Çarşembîyê, 15/1/2020 li Hewlêrê, li gel Şêx Mehemed Bin Ebdulrehman Alsanî, cêgriê serok wezîran û wezîrê derve yê Qeterê, Nêçîrvan Barzanî, herweha got:  Herêma Kurdistanê bi girngî ve li vê serdana wî bo Îraqê û Herêma Kurdistanê dinere û tekez li ser kar hemû alîyan kir bo paraztina deverê ku hêj metirsî û gefên Daişê li ser maye.

Ji alîyê xwe ve, Mehemed Bin Ebdulrehman Alsanî, wezîrê derve yê Qeterê ragehand: Ew bi giringî ve li rola Herêma Kurdistanê dinerin di asayîkirina rewşê de, nemaze ku di pêgehekê de ye dikare hevkar be bo xavkirin girjîyan. Herweha tekz kir ku ew giringîyê bi peywendîyên xwe li gel Herêma Kurdistanê didin di hemû bwarên cuda de.

Gengeşekirina hewlên Herêma Kurdistanê li gel hikumeta fedral bo asayîkirina rewşê, peywendîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê li gel Qeterê, delîveya weberhînana qeterî li Herêma Kurdistanê û hatina tîmeka teknîkîya Qeterê bo encmadana helsengandina di vî bwarî de, rewşa aware û penaberan li Herêma Kurdistanê û çawanîya hevkarîkirina wan , alîyeka dî ya wê civînê bû.