Emerîka Hejmara kuştî yên xwenîşandanên Îranê aşkera dike

Birayan Hok, şanderê Emerîka bo Îranê ragehand, li gor mezindeyên wan di xwenîşandanên vê dawîyê yên Îranê di naverasat meha burî de, zêdetir ji hezar xwenîşander ji alîyê hêzên navxwyî yên Îranê hatîne kuştin.

K24- Hewlêr

Li gor ajansa Roterz, Hok di hevpeyvîneke rojanamevanî de got: Ew zanyarîyên ji destpêka xwenîşandnên ve gehiştîye destên me, amaje bi kuştina zêdetir ji hezar kesan dike ku ji alîyê hêzên ewlekarîya wî welatî ve hatîne kuştin.

Dûpat jî kir, bi hezaran hevwelatîyên Îranê di wan pêkdadanan de birîndar bûne û bi kêmî ve jî 7 hezar kes hatîne girtin.

Di 15 meha  burî de xwenîşandan li piranîya bajarên Îranê û rojhelata Kurdistanê destpêkirin dijî birîyara hikumetê bo zêdekirina behayê Benzînê sê car beraneberî berê û li gor çalakvanan di wan pêkdadanên di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderan rojane ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve xwenîşander dihatin kuştin.