HSD: Divêt dadgeheke nêvdewletî bo çekdarên Daişê bihêt damezirandin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand: Divêt dadgeheke nêvdewletî bo çekdarên Daişê yên girtî bihêt damezirandin.

K24- Hewlêr

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand: Divêt dadgeheke nêvdewletî bo çekdarên Daişê yên girtî bihêt damezirandin.

Fermandarê giştî yê HSDyê, Mezlûm Ebdê di Tiwîtera xwe de nivîsî ye: Serok komarê Tirkiya, Receb Teyîb Erdogan bi hejamreke çekdarên girtî yên Daişê li ba Tirkiya cîhanê ditirsîne.

Ebdê daxwaz jî dike, dadgeheke nêvdewletî  bo dadgehîkirina çekdarên Daişê li bakura rojhelata Sûriyê bihêt damezirandin.

 Got jî: Belgeh li ba wan heye, ku Tirkiya di hêrişa xwe de ya evê dawîyê bo ser Rojavaya Kurdistanê çekdarên Daişê pişikdar kirine di wê hêrişê de.