Bo avakirina herêma ewle, Emerîka leşkerên zêdetir dişîne Tirkiyeyê

Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pentagon) ragehand: Ew ji bo avakirina herêma ewle leşkerên zêdetir dişînin Tirkiyê.

K24- Hewlêr

Wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pentagon) ragehand: Ew ji bo avakirina herêma ewle leşkerên zêdetir dişînin Tirkiyê.

Berdevkê Wezareta Bervaniya Amerîkayê, Sean Robertson di bersiva pirsên Televîzyona Fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê TRTyê de, eşkere kir, ku leşkerên Amerîkayê li Rihayê, bo avakirina Navenda Tevgera Hevbeş li gel berpirsên leşkerîyên Tirkiyeyê di dinûstandina de ne û mijûlî hevahengiyê ne û di demeke nêzik de hejmereke din ji leşkerên Amerîkî dê biçine bajarê Rihayê.

Di çarçoveya avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê de berî çend rojan 90 leşkerên Amerîkayê çûbûne bajarê Rihayê.