Pentagon: Em rêgir bûyin ji destwerdana serbazîya Tirkiyê li bakura Suriyê

Gotebêjrê wezareta bervanîya Emerîyakayê (pentagon) ragehand: Gotûbêjên me li gel Tirkiyê derbarê devera aram li bakura Suriyê berdewam e.

K24- Hewlêr

Gotebêjrê wezareta bervanîya Emerîyakayê (pentagon) ragehand: Gotûbêjên me li gel Tirkiyê derbarê devera aram li bakura Suriyê berdewam e.

Şon Robirtson, got jî: Têgehijtina hevpişik û gotûbêjên me li gel Tirkiyê bûyine rêgir li pêşîya destwerdana serbazîya Tirkiyê li bakura Suriyê.

 Di dîdarekê de li gel kenala Elhure ya Emerîkayî, got jî: Wezîrê berevanîya Emerîkayê û hevtyayê wî Tirkî pêngavên cidî havêjtine daku bigehin bi têgihêjtineke hevpişik.

Herweha got jî: Dabînkirina asayîşa sinûr di navebra Tirkiyê û bakura Suriyê bo herdû alîyên Tirkî û Kurdî giringe.

Xuya jî kir, Ev nexşe rê desteteberê wê yekê dike ku ti pêkdadan û girjî li deverên sinûrî çê nebin.

Amaje bi wê yekê jî kir ku bizoka bingehîya evê pilanê, bawerîya pentagon ye bi rewayî ya metirsîyên Enqereyê li beranber hinek girûpên Kurdî.