Şêx Abdulselam Barzanî, li Diyarbekrê hate bibîranîn

Piştî pêşkêş kirina daxuyanîya PAK û PSKyê, dîroknas, lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhadî axivî û qala xebat û jiyana Şêx Abdulselam Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

PAK û PSKyê Li Amedê Şêx Abdulselam Barzanî bibîranîn.

Bibîranîna Şex Abdulselam Barzanî yê rêberê gelê Kurdistanê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Gelek endamên PSK û PAKyê, rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedarê Kurd û  rojnamevan û welatî beşdarî bibîranînê bûn.  

Di serî de daxuyanîya hevpar a PAK û PSKyê ji alîyê Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan ve hat xwendin.

Daxuyanîya hevpar a PSK û PAKê weha bû:

“Nûnerên dezgehên ragehandinê yên birêz, sîyesetmedar û rewşenbîrên hêja

Hûn bi xêr hatine vê semîner û bibîranîna Şêx Ebdulselam Barzanî yê serok û rêberê hêja yê gelê Kurdistanê.

Şêx Ebdulselam Barzanî 105 sal berê, di roja 14yê Çileya Pêşîna 1914an de li Mûsilê  ji alîyê Dewleta Osmanî ve hate darve kirin.Gava Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin, Suleyman Nazîf ê Dîyarbekirî Walîyê Mûsilê bû.

Em îro weke Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) bi minasebeta bibîranîna  rêberê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî vê semînerê li dar dixin.

Di derbarê jîyan û xebat û reform û bîr û bawerîyên Şêx Ebdulselam Barzanî de lêkolîner, dîroknas û nivîskarê Kurd ê hêja kek Kerem Serhadî dê agahdarîyên berfireh bide me.

Şêx Ebdulselam Barzanî, kurê Şêx Mehmûd e û birayê mezin ê Şêx Ehmed,Mûhamed Sıddıq Babo û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.

Şêx Ebdulselam Barzanîdi sala 1868an de li Barzan jidayik bûye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, pêşmerge bû, herweha Serfermandarê Pêşmerge bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, serok û rêberekî milî, civakî, olî, niştimanî bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî, reformxwaz bû.

Şêx Ebdulselam Barzanî,bi damezrandina reformên ji heft xalan pêk hatî, bingehê edalata civakî, bingehê parastina jîngehê, bingehê yekgirtina hemû pêkhateyên Kurdistanê danîye.

Şêx Ebdulselam Barzanî, rêberekî netewî, niştimanî bû. Bername û daxwazên milli, niştimanî yên gelê Kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir. Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin û bi vê jî nema, êrîşî gelê Kurdistanê kir. Gelê Kurdistanê bi serokatîya Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand, berxwedaneke meşrû û qehremanane pêk anî.

Di encama êrîşên Dewleta Osmanî û berxwedana gelê Kurdistanê de, Dewleta Osmanî di roja 14yê Çileya Pêşîna 1914an de li Mûsilê li ber çavên Mele Mistefa Barzanîyê nemirê ku wê gavê 11 salî bû û li ber çavên gelê Kurd, rêberê netewî, niştimanî, olî û civakî Şêx Ebdulselam Barzanîdarve kir.

Belê Şêx Ebdulselam Barzanî hate darve kirin. Lê Şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewand.Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet ya ku Şêx Ebdulselam Barzanî teslîmî gelê Kurd kirneket erdê, têkoşîna gelê me ranewestîya.Têkoşîna gelê me bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed,bi îlan kirina  Komara Kurdistanê gihîşte asteke bilind.  Ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê li Mehabadê li Meydana Çarçirayê li ba da.

Ew alaya têkoşînê ya bi rûmet, ew alaya rengîn ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanêliba dibe.

Ew berxwedan û têkoşîn û serîhildana bi rûmet ya netewî û niştimanî ya Şêx Ebdulselam Barzanî,  îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî di astên cuda cuda de ji alîyê gelê me ve berdewam e.

Em di 105emîn salvegera darve kirina wî de rêber û serokê gelê Kurdistanê Şêx Ebdulselam Barzanî bi rêzdarî bibîr tînin.

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)”

Piştî pêşkêş kirina daxuyanîya PAK û PSKyê, dîroknas, lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhadî axivî û qala xebat û jiyana Şêx Abdulselam Barzanî kir. Kerem Serhadî, di derheqê reform, bîr û bawerîyên Şex Abdulselam Barzanî de agahdarîyên berfireh da.

Piştî axaftina Kerem Serhadî semîner bi pirsên beşdaran û bersîvên Kerem Serhadî berdewam bû.

 

 

 

C.B