Aliyên siyasî bi kandîdkirina Mesrûr Barzanî bo posta Serokê Hikûmetê geşbîn in

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi geşbînî li kandîdkirina Mesrûr Barzanî bo posta serokê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi geşbînî li kandîdkirina Mesrûr Barzanî bo posta serokê kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin.

Di vê derbarê de Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Çalakî Muhendis ji K24ê re got: “Bo kandîdkirina Mesrûr Barzanî bo posta Serokatiya Encûmena Wezîran, em rêzê li biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê digirin û hêvîdar in serkeftî be. Dema Civata Niştimanî biryar da Tevgera Goranê beşdarî di hikûmeta nû de bibe, em bi hemû karînên xwe piştgîriyê li kabîneyê bi giştî û wezîran dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Komela Îslamî ya Kurdistanê çaverêyî karnameya kabîneya nû ya hikûmetê ye, Biryarderê Encûmena Serkirdatiya wê partiyê Şiwan Raber dibêje: “Em pêşwext ti biryarê li ser ti serokekî hikûmeta nû nadin, ta bername û karê wî ron nebe, lê bi giştî hêvîdar in her kesê posta Serokê Hikûmetê werbigire, pend û sûdê ji dema bûrî werbigire û gavên ber bi çaksaziyê ve bavêje.”

Her çi Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê hilbijartinên Kurdistanê baykot kiribû û ti kursiya wê di parlemantoyê de nîn in, Hevserokê wê partiyê Seid Xalid tekez dike: “Mesrûr Barzanî di proseya siyasî de xwedî kesayeteke bibandor e û ezmûna wî di birêvebirina dezgehên din de hebû, ji ber wê em di wê baweriyê de ne şarezayî û ezmûna wî di asta pêşbîniyên xelkê de ye ji bo briêvebirina hikûmet û îdarekirina vê qonaxa niha ya Kudistanê.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo danûstandin ligel partiyên din pêk aniye û biryar e ew komîte piştî civîneke navxweî, ji bo rêkeftina li ser hikûmetê serdana aliyên din yên siyasî bike.