Esper: Ji bo parastina navçeyên Kurd, em şerê Tirkiye nakin

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê dibêje, di çarçoveya parastina Kurdan de, ew rûbirûyê Tirkiyê nabin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê dibêje, ew rûbirûyê Tirkiyê nabin, di çarçoveya parastina Kurdan de. Amaje dike, di dem a piştrastbûna tawanên cengî li rojavayê Kurdistanê, Tirkiye berpirs dibe ji wê tawanê.

Mark Esper di hevdîtinek de ligel kenala CNN got, ew rûbirûyi hevpeymanek xwe li NATOyê nabin, ku Tirkiye ye, da ku navçeyên Kurdî biparêz in. Amaje kir, ku hêzên hatine vekşandin dê li Iraqê bên cîgîr kirin û di şerê dijî DAIŞê de berdewam dibin. Eşkere kir, ku 100 çekdarên DAIŞ, di zindanên jêr destê HSD de reviyan e.

Esper derbarê encamdan a tawanên cengî ji alî grûbên ser bi Tirkiyê ve got, pêwîst e lêkolînek hûr li wan raportan were kirin û di heman demê de, Tirkiyê bi berpirs tê dîtin, eger encam derketin, ku tawanên weha hatin e encamdan.

 

 

C.B