Fransa vegera jinên Fransî yên DAIŞî ji Sûriye red dike

Mezintirîn Dadgeha Rêvebir a Fransa, vegerandina jinên Fransî, yên ku tevlî DAIŞê bûn e, ji Sûriyê red kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezintirîn Dadgeha Rêvebir a Fransa, vegerandina jinên Fransî, yên ku tevlî DAIŞê bûn e, ji Sûriyê red kir.

Mezintirîn Dadgeha Rêvebir a Fransa, daxwaza jinên Fransî yên ku li Sûriyê girtî ne, red kir, û got, Dadwerê wê Dadgehê nekariye wê dozê yekalî bike, jiber ku divê danûstandin digel desthilatek biyanî bê kirin.

Dadgeh a navborî di daxûyaniyekê de ragihand, Civata Navdewletî daxwaza hejmarek jinên Fransî yên ku li Sûriyê girtî ne red dike, ku ew jin dixwazin digel zarokên xwe ji Sûriyê vegerin Fransayê.

Bi dehan welatiyên Fransa, ku tevlî DAIŞê bû bûn, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat ve li rojavayê Kurdistanê girtî ne.

 

 

 

C.B