Ciwanekî Kurd ji ber nijadperestiyê dawî li jiyana xwe anî!

Li firokxaneya Stenbolê karmendekî Kurd yê ewlekariyê, ji ber nijadperestiyê xwe ji avahiyê de avêt xwarê û xwe kuşt

K24 – Navenda Nûçeyan

Li firokxaneya Stenbolê karmendekî Kurd yê ewlekariyê ji ber nijadperestiyê, xwe ji avahiyê de avêt xwarê û xwe kuşt

Karmendekî ewlekariyê yê firokxaneya Stenbolê yê bi nave Îbrahîm Layik, ji ber ku Kurd e û givaşt li ser wî hatine kirin xwe kuşt.

Welatiyê Kurd Îbrahîm Layik, di hejmara xwe ya “İnstigram” de gotarek weşandiye dibêje, Ji ber ku ew Kurd e zor û givaş ser wî hebûn, wî nekariye vê rastiyê bipejirîne.

Endamê Ewlekariya Firokxaneyê Îbrahîm Layik  dibêje: Ji ber vê zordariyê, ez vê helwestê şermezar dikim.

Di dawiyê de diyar dike: Xweziya kesê Kurd be, bibêje: Ez Kurd im û Tirk be bibêje: Ez Tirk im.

Rêveberiya Firokxaneya Stenbolê heta niha çi daxuyanî derbarê xwekuştina Îbrahîm Layik de nedane.

 

S. B