Almanya alîkariyan ji penaberên Sûrî re dişîne

Hikûmeta Almanya ragihand, ku ewê 186 milyon Euro ji bo alîkariya penaber û meşextên Sûrî pêşkêşî Rêxistina Pirograma Xwarina Cîhanî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Almanya ragihand, ku ewê 186 milyon Euro ji bo alîkariya  penaber û meşextên Sûrî pêşkêşî Rêxistina Pirograma Xwarina Cîhanî bike.

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas ragihand, ku doseya sereke ya ku divê Almanya têde alîkar be, kirîza Sûryê ye û bi gotina wî: Almanya wê 186 milyon Euro ji bo Rêxistina Pirograma Xwarina Cîhanî terxan bike da ku alîkariya welatî û penaberên Sûrî bike, ku li welatên cîranên Sûrya belav bûne.

Heiko Maas tekez kir, ku welatê wî li gel Firensa wê di piştevaniya karmendên ku di warê mirovî de kar dikin, berdewam bin û ewê karên xwe ji bo vekirina riyên mirovî û rêzgirtin li yasayên navdewletî bidomînin.

N.O